• Siyer Araştırmaları Dergisi Sayı: 1 (Kurdish)

Siyer Araştırmaları Dergisi Sayı: 1 (Kurdish)


Kitap Özellikleri
ISBN / BARKOD
Yayıncı SIYER BASIM YAYIN DAGITIM SAN. VE TIC. LTD. STI.
Ürün Kodu
DG8STLW2CLR
Stok Durumu
Stokta var
Banner

Paylaş :

Jiyan, serdem, kesayatî, exlaq û bandora Hz. Mihemmedê pêxemberê dawînê ku mubellîxê Qur’ana Pîroz ya ku rêbera herî dawîn e Xwedê Teala ji mirovahiyê re şandiye û her wiha fêmkirina Hz. Pêxember, ji xêncî mislimanan bala xeyrîmisliman jî dikşîne. Ji ber vê eleqedariyê van salên dawîn, xebatên di qada siyerê de tên kirin, pir zêde bûne. Ligel vê zêdebûna xebatên navborî, em nikarin bibêjin vê zêdebûnê tesîr li ser çawaniya wan jî kiriye.

Em pir bextewar in ku me Kovara Siyer Lêkolînê hejmara pêşîn weşand ku plana me ew e salê du caran were weşandin, armanca me ew e ku teşwîq bikin ku gotarên rasterast li ser mijarên siyerê yan jî nerasterast be jî bi heman mijarê re eleqedar werin telîfkirin, kalîteya gotarên tên telîfkirin zêde bikin, gotarên bikalîte yên lêkolînerên welatê me amade kirine pêşkêşî lêkolînerên li welatên din bikin, bi vî awayî bibin wesîle da ku danheva li welatê me ya di qada siyerê de pêk hatiye were dîtin.

Ji salekê bêtir bû biryara weşandina kovara di destê we de ye hatibû dayîn. Ligel ku gelek zehmetî derketin pêşberî me bû nesîb em kovarê îro biweşînin. Dua û xebata me ew e ku bi her hejmara nû kovareke hê bi hêz û di qada xwe de bibe xwedî gotin derxin holê.

Kovara me tenê ji bo lêkolînerên di qada siyerê de dixebitin vekirî nîne, lê her wiha ji bo hemû lêkolînerên di disîplînên din de bûne pispor; lê li ser Hz. Pêxember, serdema wî, kesayetî û exlaqê wî xebatan dikin jî vekiriye.

Wê qenc be em li vê derê hin taybetiyên ku vê kovarê ji kovarên din yên bihekem vediqetîne bi bîr bixin. Di serî de ev kovara di destê we de, li welatê me di qada siyerê de kovara bihekem ya ewil e hatiye telîfkirin. Li welatên din jî em nimûneya wê nizanin. Her wiha li welatê me ev cara ewil e kovareke akademîk bi çar zimanan tê weşandin. Gotarên hatine qebûlkirin ku di kovara me de bên weşandin wê tirkî, erebî, kurdî û ingilizî bi çar zimanan werin weşandin. Nusxeya tirkî wê matbu, nusxeyên bi zimanên din hatine weşandin jî dê li ser malperan ji bo xizmeta lêkolîneran werin pêşkêşkirin. Armanca me ew e ku danheva siyerê ya li welatê me li ku dera dinyayê dibe bira bibe pêşkêşî kesên tirkî nizanin bikin.

Em wisa difikirin ku xebata me daye destpêkirin da ku hilsengandina gotarên ji bo nirxandinê ji me re hatine şandin, di nav pêvajoya hekemiyeke objektîf de werin kirin, di qada siyerê de girîng e. Em hêvîdar in ku ji vê hêlê ve jî kovara me ji kovarên din re bibe nimûne.

Piştî ku em kovarê radestî xwîneran dikin hêviya me ew e ku kovara me emirdirêj be û kêrhatina em li bendê ne pêk bê.

 

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
    Kötü           İyi

Benzer Ürünler